Tirkiyeyê rawestandina geştên ligel firokexaneya Silêmaniyê bo 6 mehên din dirêj kir

Tirkiyeyê rawestandina geştên ligel firokexaneya Silêmaniyê bo 6 mehên din dirêj kir

Hikûmeta Tirkiyeyê rawestandina geştên asmanî ligel Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê bo 6 mehên din dirêj kir.

Rêvebirê Giştî yê Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê Hendirên Hîwa ragihand, hikûmeta Tirkiyeyê rawestandina geştên esmanî ligel Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê heta 07-12-2024an dirêj kir.

Hikûmeta Tirkiyeyê roja 23-12-2023an rawestandina geştên esmanî ligel firokexaneya navdewletî ya Silêmaniyê heta 22-06-202an dirêj kiribû.

Pêştir jî Berdevka Wezareta Derve ya Tirkiyê, rawestandina geştên asmanî ligel Firokxaneya Silêmaniyê, ji ber zêdebûna çalakiyên PKKê li parêzgeha Silêmaniyê vegerandibû.

Firokexaneya Navdewletî ya Silêmaniyê li Bekraco ye ku 15 kîlometre dûrî Silêmaniyê ye, kevirê bingehîn ê firokexanê di sala 2003an de hat danîn û sala 2005an temam bû û kete kar.

Pustên heman beş