PWK: Hevserokê PÎAyê Ahmet Kaya divê di demildest de bê berdan

PWK: Hevserokê PÎAyê Ahmet Kaya divê di demildest de bê berdan

Partîya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) li ser binçavkirina Hevserokê  Partîya Însan û Azadîyê (PÎA) Ahmet Kaya daxuyanîyek parve kir û daxwaz kir ku Ahmet Kaya demildest bê berdan

Buroya Ragehandinê ya PWKê îro 8ê Hezîranê di daxuyaniyekê de ragihand, “Hevserokê  Partîya Însan û Azadîyê li Amedê ji alîyê polîsên Emnîyeta Dîyarbekirê hatîye desteserkirin. Desteserkirina Ahmet Kaya nîşana wê hişmendîyê ku, azadîya fikrî û birêxistinbûyinê tune dihesibîne. Ahmet Kaya divê di demildest de bê berdan.”

Ev daxuyaniya PWKê piştî wê tê, Polîsên Diyarbekirê îro danê sibê Hezîranê bi ser mala Hevserokê PÎAyê Ahmet Kaya de girtibûn û ew binçav kiribûn.

Pustên heman beş