Nasnameya 3 çekdarên berî 4 salan hatîne kuştin ji nû aşkere bû

pkk-3-gerila-2020-net

Nasnameya 3 çekdarên PKKê aşkere bû ku li sala 2020ê li Avaşînê ketbûn ber êrîşên dewleta Tirk û PKKê ji nû îro mirina wan îlan kir.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja înî 7/6/2024ê nasnameya 3 çekdarên xwe aşkere kir ku ev nêzî 4 salane mirina wan veşartî hiştî ye, ew çekdar li 7 Hezîrana  2020ê li Avaşînê ketbûn ber êrîşên dewleta Tirk.

PKKe weke hemû ciwanên Kurdan yên ku di berxwedana xwe ya saxte da berê wan daye mirinê, di pesnê van sê çekdaran de jî dibêje: Milîtanên Apoyî fedayê Apo bûn.

Artêşa dewleta Tirk ji destpêka meha gulanê ve bi êrîşên asmanî derbên giran li PKKê da ne û Rêxistn ti agahîyan derbarê wan nade û wendahiyên xwe veşartî hiştine.

Pustên heman beş