Li Efrînê 15 kes ji aliyê grûpên çekdaran ve hatin revandin

Li Efrînê 15 kes ji aliyê grûpên çekdaran ve hatin revandin

Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 15 welatiyên Kurd revandin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan (SOHR) belav kir, grûpa bi navê “Polîsa Medenî” 3 welatî ji gundê Kora yê ser bi navçeya Cindirêsê ve revandin.

Da zanîn jî, li gundê Memila yê navçeya Raco, welatiyekî ku ji Libnanê vegeryabû, ji aliyê grûpa çekdar a bi navê “Polîsa Leşkerî” ve hat revandin.

Li gorî zanyariyên Rewangehê, rêbenda li gundê Qestel Cindo yê li navçeya Şera, 2 welatî revandin, ku ji Tirkiyeyê hatibûn dersînorkirin.

Rewangehê amaje bi wê jî kir, di çarçoveya operasyoneke berfireh a grûpên çekdaran li navçeya Raco de, 9 kes hatin evandin.

Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan destnîşan kir, piraniya kesên hatine revandin, bi “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser” re tên tometbarkirin û hin ji wan li hember fidyeya 500 dolaran hatin berdan.

Zêdetir ji şeş salan di ser dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve derbas dibin û heta niha zêdetir ji 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.

Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, wan bi tometa “pêwendiya bi Rêveberiya Xweser” tometbar dikin, welatiyan direvînin û eşkence didin, pere, fidye û bacan ji wan distînin.

Pustên heman beş