PDK dê beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibe

PDK dê beşdarî hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bibe

Berdevka Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê dibêje, PDKê daxwaza xwe ya beşdariya di hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê de nîşan daye.

Berdevka Komisyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan a Iraqê Cumana Xelayî îro 9ê Hezîranê ji K24ê re ragihand, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) nameyeke fermî ji Ofîsa Karûbarên Partiyên Siyasî yên komîsyonê re şandiye û daxwaza xwe ji bo beşdarbûna di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de nîşan daye.

Her çend e Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 10ê Hezîrana 2024an ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê destnîşan kiribû, lê belê ji ber beşdarnebûna PDK û pêkhateyan, ji ber biryara Dadgeha Federal a ji bo betalkirina 11 kursiyên kutayê yên Parlamentoya Kurdistanê û “destêwerdana derve û amadekirina dîzayneke pêwext a hilbijartinê”, hilbijartin careke din hat pêşxistin.

Encûmena Bilind a Dadwerî ya Iraqê roja 21ê Gulanê biryar da ku ji 100 kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê, 5 kursiyên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ji bo pêkhateyan bên veqetandin, anku dê 95 kursiyên giştî hebin, pêncên din dê ji bo pêkhateyan bêne veqetandin.

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan roja 5’ê Îlonê ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêşniyar kiriye û ev pêşniyar bi fermî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şandiye.

Komîsyonê jî ji 8 heta 13ê Hezîrana 2024an, deriyê tomarkirina hevpeymanî, partiyên siyasî, namzedên serbixwe û namzedên partiyan vekiriye. Her partî yan jî kesek ku bixwaze beşdarî hilbijartinên Parlamentoya 2024an bibe, dikare serdana ofîsên komîsyonê yên li parêzgehan bike.”

Pustên heman beş