“Ciwanên Şoreşger” zarokeke din a 14 salî li Qamişlo revand

“Ciwanên Şoreşger” zarokeke din a 14 salî li Qamişlo revand

Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi Rêveberiya Xweser ve zarokeke koçber a Efrînî li bajarê Qamişlo revand û diya wê banga vegerandina wê dike.

Dayika bi navê Sewsen Hiso ji K24 re got, keça wê Rûken Imo ya 14 salî roja 6ê bê mehê ji aliyê rêxistina Tevgera Ciwanên Şoreşger ve hatiye revandin û heya niha ti zanyarî derbarê wê tune ne.

Da zanîn jî, keça wê Rûken sala 2010an jidayik bûye, ji gundê Aqîbê yê ser bi Efrînê ve ye û ji dema dagîrkirina Efrînê di sala 2018an de, ew koçberî Qamişlo bûne.

Sewsen Hiso bi rêya K24ê re, bang li hemû rêxistinên mirovî, yasayî û yên mafên zarokan dike ku keça wê vegerînin malê.

evî ku HSDê di Hezîrana 2019an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên Tevgera Ciwanên Şoreşger şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li Rêveberiya Xweser û HSDê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Pustên heman beş