Di 3 rojan de artêşa Tirkiyê 14 caran êrîşî gundên Dihokê kirîye û 49 mûşek lêdane

Turkey Attack-Duhok-info

Xeterîya PKKê li ser gundên parêzgeha Dihokê pir zêdebûye, bi awayekî tenê di 3 rojên rabûrî de artêşa Tirkiyê bi sedema liv û tevgerên Rêxistinê 14 caran êrîşê gundên derdûra Dihokê kirî ye û 49 gulletop û mûşek lêdane.

Êrîşên hewayî û bejahî yên dewleta Tirk li dijî PKKê li sînorê parêzgeha Dihokê pir dijwar bûne, di 3 rojên rabûrî de 11 gund û navçeyên diyar ên Dihokê û geştiyarî jî tê de, ketine ber êrîşan û zirarek mezin bi şêniyên wan ketiye.

Darka Mazî bîlançoya 3 rojên rabûrî, ango 6, 7 û 8 yên Hezîrana 2024ê ên êrîşan dest xistine, li gorî wê 14 êrîş li ser 11 gund û navçeyan hatine kirin, balafir û topxaneyên artêşa Tirkiyê, 49 gulletop û mûşek li ser wan gundan barandine.

Gund û deverên Dihokê ên ku ji 6 vê mehê ve bi sedema PKKê rastî bombebaranê hatîn:

Guherzê

Geliyê Bazê

Dergela Mûsa Begê

Aqarê gundên Bazê û Bêlîzanê

Geliyê Bêşîlê

Geliyê Hespa

Deriyê Bêra

Pişta Geliyê Dêreşê

Geliyê Şêrane

Aqarê Sigêrê

Geliyê Biyê û Gîzê

Êrîş wisa hatine encam dayîn:

Li 6/6/2024‏ê:

  • Demjimêr ‎11:17‏ Sipêdê balafirên artêşa Tirkiyê tonela hindavî gundê Guherzê li nahiya Dêrelokê li devera Nihêliya bordomankirîye û yêk mûşek lêdaye.

  • Demjimêr 11:10 Ta 11:55 Balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Bazê li devera Berwarî Bala bordomankirîye û du mûşek lêxistine.

  • Demjimêr 2:00 Piştî nîvro balafiran aqarê gundê Dergela Mûsa Begê li devera Berwarî Bala bordomankirîye û dû mûşe lêxistine, her wiha demjimêr 5:00 Ta 5:25 Êvarê 5 mûşek li heman cihî da ne.

  • Demjimêr ‎12:00‏ Ta ‎12:40‏ Nîvro topxaneyên artêşa Tirkiyê di navbera aqarê gundên Bazê û Bêlîzanê – devera Berwarî Bala bordomankirîne û ‎9‏ gulletop lêdane.

  • Demjimêr ‎2:11‏ Nîvro balafirên artêşa Tirkiyê aqarê gundê Guherza kevin – nahiya Dêrelokê bordomankirîye û di encam da şewat bi goristana gund ket.

Li ‎7/6/2024‏ê:

  • Demjimêr 5:00 Êvarî balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Bazê û Bêlîzanê – nahiya Kanî Masê bordomankirîye û 4 mûşek lê barandine.

  • Demjimêr ‎6:12‏ Ta ‎6:20‏ Êvarî balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Bazê bordomankirîye û du mûşek lêdane, herwiha demjimêr ‎7:08‏ Mexreb yek mûşek li Geliyê Hespa xistiye.

  • Demjimêr ‎6:25‏ Mexreb balafirên Tirkiyê Deriyê Bêra û tonela hindavî gundê Guherzê – nahiya Dêrelokê – devera Nihêliya bordomankirîye û du mûşek lêdane, herwiha li heman rojê demjimêr ‎6:40‏ Mexrebê pişta Geliyê Dêreşê û Geliyê Şîrane – nahiya Dêrelokê ji hêla Tirkiyê ve hatine bordomankirin û du mûşek lêdane.

‏Li ‎8/6/2024‏ê:

  • Demjimêr 9:30 Sipêdê balafirên artêşa Tirkiyê hindavî Geliyê Bazê bordomankirîye û yek mûşek lêdaye, li heman rojê demjimêr ‎1:43‏ Ta ‎4:20‏ Êvarî Geliyê Bazê, Geliyê Bêşîlê, Geliyê Hespa, Geliyê Dergela Mûsa Begê û Geliyê Şêlaza ‏ – devera Berwarî Bala bordomankirîye û ‎8‏ mûşek lîdane.

  • Demjimêr ‎400‏ ta ‎5:00‏ Êvarî topxaneyên artêşa Tirkiyê hindavî gundê Dergela Mûsa Begê û Geliyê Bêşîlê – devera Berwarî Bala bordomankirîne û ‎7‏ gulletop lêdane.

  • Demjimêr ‎5:37‏ Êvarî balafirên artêşa Tirkiyê aqarê gundê Sigêrê ۔ nahya Dêrelokê – devera Nihêliya û Serê Derîkê biyê û Gîzê ‏devera Berê Garey bordomankirîne û sê mûşek lêdane.

Ji destpêka meha Gulanê ve dewleta Tirk êrîşên asmanî li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê taybet li sînorê parêzgeha Dihokê dijwar kirine, PKKê wendahiyên mezin da ne, ev yêk li demekî tê nêzîkbûna şer û pevçûnan bo sînorê gundên parêzgeha Dihokê nîgeraniyek mezin li cem şêniyên gundan çêkiriye û PKKe bi vê yekê bi zanebûn dike û dixwaze ew gund û herêmên Dihokê ji şênîyan werin vala kirin.

Pustên heman beş