Çeteyên PKK’ê “Ciwanên Şoreşger” keçeke 14 salî revand

Çeteyên PKK’ê"Ciwanên Şoreşger" keçeke 14 salî revand

Çekdarên tevgera bi navê “Ciwanên Şoreşger” ya ku rasterast fermana ji Qendîlê werdigire, zarokeke din ji herêma Şehba li gundewarê Helebê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di daxuyaniyekê de ragihand ku çekdarên tevgera “Ciwanên Şoreşger” ya girêdayî Hêzên Sûriyeya Demokratîk di 6/6/2024 de zaroka bi navê Beyan Mihemed Feham ya 14 salî revand. Beyan, roja (25/1/2010) ji dayîk bûye.

Li gorî daxuyaniya rêxistinê, zaroka temen biçûk piştî çavdêriya mala wê û çûna malbata wê ji bo dawetekê li derveyî gundî hatiye revandin, û hatiye birin bo kampa perwerda leşkerî ya li Til Sûsin ji boy ku wê bikin çekdar di nava refên hêzên parastina jinê de.

Rêxistinê amaje bi wê yekê jî kir, ku endamên “Ciwanên Şoreşger” ev keç li otomobîleke sipî siwar kiriye, tevî qîrîna keçê, perçeyek danîne ser devê wê û bi zorê ew revandin.

Rêxistinê tekez kir ku malbata zaroka revandî serdana hemû baregehên ewlekarî û leşkerîyên girêdayî rêveberiya PYD’ê li deverê kirin, lê van saziyên PYD’ê bêagahiya xwe ji mijarê ragihandiye.

Tevî ku HSD’ê di Hezîrana 2019’an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Pustên heman beş