‌Hin kesan li Amedê bi tekbîran êrîşê grûpa govendê kirin

‌Hin kesan li Amedê bi tekbîran êrîşê grûpa govendê kirin

Li Parka Tema ya li ser Kolana Nazîm Hîkmet a Navçeya Kayapinarê ya navenda Amedê li qada vekirî de, dibistaneka hînkirina dansê ya taybet çalakiya dansê (govend)li dar xist.

Komeke ku ji 50 kesî pêk tê dema ku pêşandana govendê dest pê kir hatin parkê û dirûşmên “Tekbîr-Allah-û Ekber” gotin û mudaxeleyî çalakiya govendê kirin û xwestin kesên govend dikin ji qada parkê derkevin û belavbibin.

Lê dema ku beşdarên çalakiyê daxwaza grûpa êrîşkar qebûl nekirin û ji qadê derneketin rastî êrîşa koma ku tekbîr digotan hat. Di dema êrîşa bi kursiyan de hin kesên ku çalaki dikiran birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê 112ê tîmên tenduristiyê û polîs hatin cihê bûyerê. Ji birîndaran 2 kesên bi ambulansa rakirin nexweşxaneyê.

Pustên heman beş