Li Amûdê PYDê medyakarek û endamekî Partiya Yekîtiya Kurdistanî revandin

Amûdê---pyd-enks-net

Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) ragihand, çekdarên ser bi PYDê ve medyakereke ENKSê û endamekî serkirdatiya Partiya Yekîtiya Kurdistanî li bajarê Amûdê revandin.

ENKSê li ser rûpela xwe ya “Facobook” belav kir çekdarên ser bi PYDê ve şeva borî bi ser mala endamê serkirdatiya Partiya Yekîtiya Kurdistanî Fewaz Bengo de girt û ew revand.

Da zanîn jî, çekdarên ser bi PYDê ve şeva borî bi ser mala medyakar Bêrîvan Îsmaîl de girt û ew jî revand.

Ev yek di demekê de ye, ENKSê îro di daxuyaniyeke din de belav kir û têde ragihand ku endamê Encûmena Şaxê ya PDK-Sê Xalid Mihemed Mîro duhî 9ê Hezîranê û endamê Encûmena Herêmê ya PDK-Sê Ebdilrehman Şeng jî roja 6ê Hezîranê ji li Dêrikê aliyê çekdarên ser bi PYDê ve hatibûn revandin.

Herwiha ENKSê çekdarên ser bi PYDê ve ji ber van binpêkirinan de berpirs dît, revandina wan şermezar kir û daxwaza azadkirina wan a demildest kir.

Pustên heman beş