Waşîngtonê derbarê hilbijartinan hişyariyeke tund da Rêveberîya Xweser

Hilbijartinen-Saredariyan-yen-Reveberiya-Xweser-US-net

Çavkaniyekî fermî ji “Rêveberiya Xweser” a bakurê rojhilatê Sûriyê, ku Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) serperiştiya wê dike, eşkere kir ku hilbijartinên şaredariyan ku biryar bû di 11ê Hezîranê de bihatana lidarxistin, bo demekî nediyar hat paşxistin û got: “Waşînigtonê bi tundî hişyarî da me heger hilbijartin werin encam dayîn, ewê rê li ber êrîşa çaverêkirî ya Tirkiyê negirin”.

Serokê yek ji partiyên beşdar di “Rêveberiya Xweser” de (ku xwest navê wî neyê eşkerekirin) got ku Scott Bowles, nûnerê nû yê Wezareta Derve ya Amerîka bo bakurê rojhilatê Sûriyê, fişareke mezin li ser “Rêveberiya Xweser” kir ku hilbijartinan paşde bixe. hevdîtinên berfireh wî hefteya borî bi rêberên herêmê re pêk anîn.

Her wiha bal kişand ser wê yekê ku Bowles hişyarî da berpirsên Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk li ser cidiyeta gefên Tirkiyê û ragihand ku Washington dê nikaribe rê li êrîşa nû ya Tirkiyê bigire ku dibe bi pêleke mezin a bombebarankirina cihên stratîjîk pêk bîne. wek îstasyonên neft û enerjiyê yan jî operasyoneke bejayî ya bisînor di demeke nêzîk de.

Her wiha tekez kir ku, Wezareta Derve ya Amerîkayê jî nebûna atmosfera guncaw ji bo lidarxistina hilbijartinan diyar kir, ne tenê ji ber rewşa ne aram a ewlehiyê, belku nebûna nûneratiya Rêveberiya Xweser ji hemû pêkhate û aliyên siyasî yên herêmê re.

Pêncşema borî “Rêveberiya Xweser” paşxistina hilbijartinên şaredariyan ji 11ê Hezîranê bo 8ê Tebaxê ragihandibû, bi behaneya ku 4 partiyên siyasî û hevpeymanan daxwaznameyek pêşkêşî wan kiribûn, ji ber “dema sînorkirî ya dema propagandayê û dabînkirina demeke têra xwe ji bo gihandina rêxistinên navdewletî ji bo şopandina pêşveçûna proseya hilbijartinan.”

Pustên heman beş