Şirnex.. Ji bo 15 rojan qedexe hat ragehandin

Şirnex

Herêma Çiyayê Cûdî û çiyayê Gabarê, Dolê û Dêriyê Zêr li Şirnexê wek herêma teybet hat nîşandan û 15 rojan qedexe hat ragihandin.

Di daxuyaniya parêzgehiya Şirnexê de wiha hat gotin:

Ji bo dabînkirina ewlekariya netewî, parastina nîzam û ewlekariya giştî, nehîştina tawanan, parastina maf û azadiyên bingehîn û nîzama giştî, rêgirtina li bûyerên tundiyê û her rewşek neyînî li Herêma Çiyayê Cûdî ku di nav sînorên Navçeya Navendî ya Şirnexê û navçeyên Silopiya û Cizîrê de ye, Çiyayê Gabarê aliyê dikeve sînorê navçeya Basa û herwiha herêmên Dolê û Dêriyê zêr ku di navbera Qilaban û Elkê yên navçeyên Şirnexê de di navbera 9ê Hezîranê heta 24ê Hezîrana 2024an de ev herêm vekê Herêma Ewlekariya Taybet hatiye nîşandan û ji bo 15 rojan hatine qedexekirin.

Pustên heman beş