Di du rojên rabûrî de PKKe bû sedema borodomankirna 5 gundên dihokê

Turkey attack-pkk-duhok-9-net

Di du rojên rabûrî de bi sedema liv û tevgerên PKKê, artêşa Tirkiyê bi êrîşên asmanî û bejahî 5 gund û navçeyên diyar yên Dihokê bordoman kirine.

Li gorî amara du rojên rabûrî ya liv û tevgerên PKKê û êrîşên Tirkiyê, li rojên 9 û 10 Hezîrana 2024ê, artêşa Tirkiyê 8 mûşek li 5 gund û geliyên diyar yên li sînorê parêzgeha Dihokê da ne û zirarek mezin bi aqar û zeviyên çandiniyê xistiye.

Êrîş wisa bûn:

Li 9\6\2024ê:

– Demjimêr 6:06 Ta 6:16ê êvarê balafirên Tirkiyê rojhilata tonela hindavî gundê Guherzê û Geliyê Sergelê li nahiya Dêrelokê û her wiha aqarê gundê Spîndarê li dever Berê Gare bordoman kirine û 3 mûşek lêdane.

– Demjimêr 6:20 Êvarê balafirên Tirkiyê Geliyê Dêra û Şikefta Babekra li nahya Kanî Masê bordoman kirine.

Li 10\6\2024ê:

– Demjimêr 7:07 Mexreb balafirên Tirkiyê careke din tonela hindavî Guherzê bordoman kiriye û 2 mûşek lêxistine.

– Demjimêr 7:12 Mexreb balafiran dîsa Geliyê Hespa li nahya Kanî Masê bordoman kiriye û yek mûşek lêdaye.

Ji destpêka meha Gulanê ve dewleta Tirk êrîşên asmanî li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê taybet li sînorê parêzgeha Dihokê dijwar kirine, PKKê wendahiyên mezin da ne, ev yêk li demekî tê nêzîkbûna şer û pevçûnan bo sînorê gundên parêzgeha Dihokê nîgeraniyek mezin li cem şêniyên gundan çêkiriye û PKKe bi vê yekê bi zanebûn dike û dixwaze ew gund û herêmên Dihokê ji şêniyan werin vala kirin.

Pustên heman beş