Darka Mazî wêne û navên wan çeteyên PKK’ê parve dike yên êrîşî ser baregehên ENKSê kirîn

Darka Mazî wêne û navên wan çeteyên PKK’ê parve dike yên êrîşî ser baregehên ENKSê kirîn

Binpêkirinên PYD’ê yên li dijî PDK-Sê û ENKSê li Rojava Kurdistanê berdewam dikin, tevgera çete ya bi navê “Ciwanên Şoreşger ya ser bi PYD’ê ve ku rasterast fermana ji Qendîlê werdigire, di meha 3/2024’an de li hin bajar û bajarokên Rojava Kurdistanê êrîşî ser binke û baregehên PDK-Sê kirin û di van baregehan de ala Kurdistanê û tev tiştên di nava baregehan de şewitandin û talan kirin.

Bi awayekî giştî di meha 3/2024’an de çeteyên “Ciwanên Şoreşger” 5 êrîş li ser PDK-Sê û ENKSê pêk anîne, bi vî awa:

  1. Hejmareke endamên çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” di 1/3/2024’an de li bajarê Kobanê bi dar û kevir êrîşî ser nivîsgeha PDK-Sê kir, ev êrîş di demekî de pêkhat ku di nava nivîsgeha PDK-Sê de ji bo salvegera koça dawî ya bavê netewa kurd “Mela Mistefa Barzanî” merasîmek hatibû organîze kirin, di vê êrîşê de çeteyên PKK’ê tev amûrên di nava nivîsgehê de şikandin û bê rûmetî bi ala Kurdistanê û wêneyê nemir Barzanî kirin û hin kes jî birîndar kirin.

  2. Endamên vê tevgera çete “Ciwanên Şoreşger” di 1/3/2024’an de careke din êrîşî ser nivîsgeha PDK-Sê ya li bajarokê Tirbe Sipiyê yê ser bi Hesekê ve kir, dest danî ser amûrên deng û merasîma ji boy koça dawî ya nemir Mela Mistefa Barzanî li vir jî hatibû lidarxistin têk da.

  3. di 10/3/2024’an de endamên vê tevgera çete careke din êrîş kirin ser nivîsgeha PDK-Sê ya li bajarê Amûdê yê ser bi Hesekê ve û ev nivîsgeh şewtandin.

  4. Di 10/3/2024’an de careke din li Dêrkê êrîşî ser nivîsgeha PDK-Sê kirin û ev jî şewitandin.

  5. Herwiha di 11/3/2024’an de endamên vê tevgera çete êrîş kirin ser nivîsgeha PDK-Sê ya li bajarê Girkê Lekê û ev nivîsgeh jî şewitandin.

Darka Mazî bi pişt bestin li ser çavkaniyên xwe yên li Rojava Kurdistanê hin agahî li ser van endamên tevgera “Ciwanên Şoreşger” yên ku ev êrîş pêkanîne bi dest xistin, navên wan evin:

  1. Delîl Ararat, 30 salî, kadroyê PKK’ê ye, bi esla xwe ji Bakurê Kurdistanê ye û ji şêniyên bajarê Amedê ye, Berpirsê Tevgera “Ciwanên Şoreşger”e li bajarokê Dêrkê.

  2. Xeyrî, 35 salî, kadroyê PKK’ê ye, bi esla xwe ji Bakurê Kurdistanê ye, berpirsê giştî yê tevgera “Ciwanên Şoreşger”e li bajarê Kobanê.

  3. Xelîl Kobanî, ji şêniyên Kobaniyê ye, yek ji berpirsên vê tevgera çeteye li bajarê Kobaniyê, berpirsê yekeme ji revandina zarokan li Kobaniyê û dibe xizmê Mezlûm Ebdî.

  4. Egîd Ehmed, ji şêniyên Kobaniyê ye, berpirsê lîjneya perwerdeyê ya vê tevgerê ye.

  5. Sîlva Can Êş, bi esla xwe ji Bakurê Kurdistanê ye, kadroya PKK’ê ye, yek ji berpirsên vê grûpê ye.

  6. Ehmed Derwêş, ji bajarê Kobanê ye, endamê lîjneya werizşî ya vê tevgerê ye û kesekî nêzî Mezlûm Ebdî ye.

  7. Cemîle Ebdulhelîm Memê, bi kod navê Xunav Amûdê, ji şêniyên Rojava Kurdistanê ye, kadroya PKK’ê û endama “Ciwanên Şoreşger”e.

  8. Zînawe Ebdulhenan Mihemed, bi kod navê roken Efrîn, ji şêniyên Efrînê ye, kadroya PKK’ê û endama tevgera “Ciwanên Şoreşger”e.

  9. Fatma Elî Hisên, bi kod navê Sakîna Cansis, kurde û ji şêniyên Reqayê ye, kadroya PKK’ê û endama tevgera “Ciwanên Şoreşger”e.

  10. Murad Çeleng Murad, bi kod navê Mezlûm Kobanî, ji şêniyên Rojava Kurdistanê ye, kadroyê PKK’ê û endamê tevgera “Ciwanên Şoreşger”e.

  11. Mihemed Şahîn, bi kod navê Dilgeş Kobanî, ji şêniyên Rojava Kurdistanê ye, kadroyê PKK’ê û endamê tevgera “Ciwanên Şoreşger”e.

  12. Îmad Yehya Elî, bi kod navê Ararat Kobanî, ji şêniyên Rojava Kurdistanê ye, kadroyê PKK’ê û endamê tevgera “Ciwanên Şoreşger”e.

  13. Heqî Şukrî Şêx Demîr, ji Rojava Kurdistanê ye, kadroyê PKK’ê û endamê tevgera “Ciwanên Şoreşger”e.

  14. Mihemed Xelîl Salih, bi kod navê Şoreş Êlecax, ji şêniyên Rojava Kurdistanê ye, kadroyê PKK’ê û endamê tevgera “Ciwanên Şoreşger”e.

Herwiha ji aliyê xwe ve Zaxo Zagros “Fuza Yusif” endama desteya serokatiya PYD’ê, di 2/3/2024’an de li Rêmêlanê ya ser bi bajarokê Dêrkê bi hin ji berpirsên tevgera çete ya bi navê “Ciwanên Şoreşger” re civîyabû û ji an re ragihandibû ku pêwîst dike li ser êrîşên xwe berdewam bin û biryar û talîmatên PKK’ê yên ji boy êrîşkirin û şewitandina binke û baregehên PDK-Sê û ENKSê weke heyî bi temamî cîbicî bikin.

Pustên heman beş