Çekdarên PYD’ê endamekî din ê PDK-Sê li Gierkêlegê revandin

Çekdarên PYD’ê endamekî din ê PDK-Sê li Gierkêlegê revandin

Çekdarên PYD’ê endamê encûmena xwecihî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya li bajarokê Girkêlegî yê girêdayê Dêrikê li Rojavaê Kurdistanê, revandin.

Li gor agahiyan, çekdarên PYD’ê bi şêweyekî hovane roja duşemê 10ê Hezîrana 2024an, girtin li ser mala endamê Encûmena xwecihî ya Partiya Demokrata Kurdistan – Sûriya (PDK-S)ê, Mihemed Tehlo, li bajarokê Girkêlegê li Rojavayê Kurdistanê û ew revandin û birin cihekî nediyar.

Mihemed Tehlo xêzandar e û ji dayikbûyê sala 1976an e û ji gundê Cîlika yê gundewarê Dêrikê ye.

Ev yek di demekê de ye, ENKSê pêş niha di daxuyaniyeke din de ragihand ku endamê Encûmena Şaxê ya PDK-Sê Xalid Mihemed Mîro 9ê Hezîranê û endamê Encûmena Herêmê ya PDK-Sê Ebdulrehman Şeng jî roja 6ê Hezîranê li Dêrikê ji aliyê çekdarên ser bi PYD’ê ve hatine revandin.

Bi revandina Mihemed Tehlo hejmara kesên ku ji aliyê çekdarên PYDê ve hatin revandin di heyama Sê mehan de gihîşt 14 siyasetmedar, rojnamevan û çalakvanên Encûmena Niştîmanî ya Kurdî li Sûriyê, di nav wan de rojnamevaneke jin jî heye.

Pustên heman beş