Alî Yerlîkaya: Li 16 parêzgehan 58 gumanbar hatin binçavkirin

16 parezgeh

Li 16 parêzgehên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê operasyoneke berfireh hate kirin û di encamê de, 58 gumanbar hatine binçavkirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser tora civakî “X” ragihand, di çarçoveya rêze operasyonên Bozdogan de, li 16 parêzgehan operasyoneke berfireh hatiye lidarxistin. Di encamê de, 16 gumanbar hatine binçavkirin.

Alî Yerlîkaya diyar kir jî, kesên hatine binçavkirin berê di nava PKK’ê de çalakî û hevahengiya wan hebûye, herwiha tevlî propagandaya PKK’ê bûn û di dema xwepêşandan û mîtîngan de êrîşî polîs û hêzên din ên ewlekariyê kirin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê da zanîn jî, di operasyonan de gelek çek, belge û matiryalên dijîtal jî hatin desteserkirin.

Li gorî daxuyaniya Wezîrê Navxwe, operasyon li Edene, Antalya, Êlih, Diyarbekir, Elezîz, Dîlok, Colemêrg, Îzmîr, Stenbol, Karaman, Mêrsîn, Mûş, Riha, Şirnex, Dêrsim û Wanê hatine kirin.

Pustên heman beş