Çeteyên PKK’ê keçeke 16 salî revand

Çeteyên PKK’ê keçeke 16 salî revand

Çeteyên bi navê “Tevgera Ciwanên Şoreşger”ya girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê, keçeke temen biçûk ji bajarokê Ehrisê girêdayî herêma Şehba li gundewarê Bakurê Helebê ku di bin kontrola Yekîneyên Parastina Gel de ye revandin.

Li gorî rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê di 6’ê Hezîrana 2024’an de zaroka bi navê Amanî Xelîl Şêx Xelîl a 16 salî ji aliyê “Tevgera Ciwanên Şoreşger” ve hatiye revandin û ber bi kampên leşkerkirina zarokan li Til Sûsînê ve biriye.

“Amanî” ji dayik bûya 10/8/2007’an e, xwendekareke lîsansê ye ku dema diçû kursên hînkirina taybet hat revandin, li gor Rêxistina Mafên Mirovan, piştî gelek hewildana ji aliyê malbata wê ve ji bo lêgerîna wê li navendên girêdayî PYD’ê, berpirsên wan navendan li xwe mukir hatin ku Amanî li cem wane û ew niha di kampa Tel Sûsînê mijûlî perwerdeya leşkerî ye.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan, malbata vê keçê ji aliyê berpirsên PYD’ê ve rastî gefan hatiye, û ji wan re hatiye ragihandin ti careke din daxwaza vegerandina keça xwe ji wan nekin.

Tevî ku HSD’ê di Hezîrana 2019’an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên “Tevgera ciwanên şoreşger” şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li rêveberiya xweser û HSD’ê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Pustên heman beş