Rêxistina Mafên Mirovan: Em ditirsin ku Bêrîvan Îsmaîl were îşkencekirin

Rêxistina Mafên Mirovan: Em ditirsin ku Bêrîvan Îsmaîl were îşkencekirin

Tora Sûrîya Mafên Mirov tirsa xwe nîşan da ku rojnamevan Bêrîvan Îsmaîl di girtîgehên Hêzên Sûriya Demokratîk de rastî îşkenceyê bê.

Toreyê di daxuyaniyekê de derbarê revandina rojnamevan Bêrîvanê û endamê Partiya Yekîtî Fawaz Banko de ragihand: xanim Bêrîvan Fuwad Îsmaîl rojnamevana Encûmena Niştmanîya Kurdî û Fawaz Salih Banko endamê Partiya Yekitiya Kurdistanê ku ji bajarê Amûdê ya li Bakurê parêzgeha Hesekê ne, ji aliyê çekdarên hêzên Sûriyeya Demokratîk di 10 Hezîrana 2024’an de, piştî avêtina ser mala wan li bajarê Amûdê, girtin û ber bi cihekî nediyar ve birin.

Tora Sûrîya Mafên Mirov diyar dike ku telefona wan hatiye desteserkirin û rê li ber wan hatiye girtin ku bi malbatên xwe re têkilî deynin, em ditirsin ku ew rastî îşkenceyê bên û wek 85% ya hemû girtiyan bên windakirin.

Herwiha toreyê tekez kir, ew daxwaz dikin ku qurbanî û malbatên wan di warê aborî û manewî de bên qerebûkirin û hemû binçavkirinên keyfîyên bi armanca belavkirina terorê di nav endamên civakê de û reşkirina malbatan bên rawestandin û çarenûsa bi hezaran kesên revandî ji aliyê çekdarên HSD’ê ve were eşkere kirin.

Pustên heman beş