Çekdarên PYD’ê endamekî Komîteya Şêwirmendiyê ya PYK-Sê li Qamişlo revand

Çekdarên PYD’ê endamekî Komîteya Şêwirmendiyê ya PYK-Sê li Qamişlo revand

Partiya Yekîtiya Kurdistanî – Sûriye (PYK-S) ragihand, çekdarên PYDê endamekî Komîteya Şêwirmendiyê wê rartiyê li bajarê Qamişlo revand.

Medyaya fermî ya PYK-S ragihand, çekdarên PYDê îro 15ê Hezîranê bi ser mala endamê Komîteya Şêwirmendiyê ya PYK-Sê Fethî Gedo de girt û ew revand.

PYK-S ku partiyek di nava ENKSê de ye diyar kir jî, Fethî Gedo 60 salî ye û nexweşiya dilê pê re heye.

Revandina Fethî Gado di demekê de, Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) berî du rojan belav kiribû, “ji 31ê Adara borî ve 15 kes ji aliyê çekdarên ser bi PYDê ve hatin revandin ku piraniya wan çalakvan û endamên ENKSê û partiyên di nava wê de ne.”

Li ser dirêjahiya salên desthelata Rêveberiya Xweser, bi dehan endam û alîgirên ENKSê û partiyên di nava wê hatine revandin û girtin, ofîs û baregehên wan hatine şewitandin û çalakiyên wan hatine qedexekirin. Berpirsên ENKSê jî PYDê ji ber van hemû binpêkirinan berpirsyar dibîne.

Tê zanîn ku di 19/12/2021an de jî çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” keça Fethî Gedo ya 16 salî bi mebesta çekdarkirina wê di nava refên YPG’ê de revandibû.

Çekdarên PYD’ê endamekî Komîteya Şêwirmendiyê ya PYK-Sê li Qamişlo revand

Pustên heman beş