Li Xakurkê 17 çekdarên PKKê hatin kuştin

Pençe-Kilît-xakurk-net

17 çekdarên PKKê li navçeyên sînorî yên Başûrê û Rojava Kurdistanê ketin ber êrîşên dewleta Tirk û hatin kuştin, 8 jê li herêma Xakurkê bûn.

Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê îro roja şemî 15/6/2024ê ragihand, di çarçûveya operasyonên artêşa Tirkiyê de li herêma Xakurkê êrîş li dijî çekdarên PKKê hatin encam dayîn, 8 çekdar ketine ber êrîşan û hatine kuştin.

Wezareta parastina netewî her wiha aşkere kir, her îro li herêmên bakur û rojihlata Sûryê jî 9 çekdarên PKKê/YPGê bi êrîşên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.

Pustên heman beş