Rêxistin 12 keç û xortên din bo mirinê amade dike

PKK-ciwan-zarok-kec-net-info

Partiya Karkeran 12 keç û xortên din yên hêjan di temena zaroktiyê de revandin, wêneyên wan parvekirin û bi devê wan dibêje ku ewan ji boy rêbertiyê berê xwe dan çiya.

Medyaya PKKê îro roja pêncşemî 20/6/2024an nûçeya tevlîbûna 12 zarokên Kurdan ji keç û xortan înaye pêş û li ser nivîsandiye, em tevlî rêbertiyê bibin, em êdî sanyekê jî bêy rêbertî jiyanê qebûl nakin û dê qebûl nekin!

Partiya karkeran, ji boy çêkirina şervanan piştbestinê li ser xapandin û revandina zarokên kurdan ji her çar perçeyên Kurdistanê bi taybet Rojava Kurdistanê dike, ev yêk ji hêla rêxistinên navdewletî û rêxistinên parastina mafên zarokan tespîbt kiriye, ev partî ku mirov dikare navê Partiya zarokkujan lê bike, zarokên kurdan di revîne û bi destê artêşta dewleta dagirker dide kuştin û piştre tê û dibêje ew fedayê Apo bin!.

Di nûçeya îro ya medyaya PKK’ê ANFê de, wêneyên 12 keç û xortên ku temena wan di nêvbera 12 bo 14 saliyê de ye, parvekiriye û gotiye ku ew li pey şopa Apo û felsefa Apo hatine, PKK’ê daxuyaniyek bi wan daye gotin û tê de li ser devê wan zarokên belengaz

gotiye ku Apo û PKKe eşq û îradeya wan e û ewê êdî sanyekê jî bêy rêbertî jiyanê qebûl nakin û dê qebûl nekin!.

Di niha de PKK’e piraniya zarokan bi rêya rêxistina “Ciwanên Şoreşger” ya ku li Rojava Kurdistanê di bin seywana PYD’ê de xebatê dike dixapîne, direvîne û tevlî nava refên xwe dike, piştre di çapemeniya xwe de wisa berçav dike ku ev zarokane bi biryara xwe û li pey şopa Ocalan hatine û tevlî nava refên wan bûne, lê ya rast ev zarokane bi axaftinên cur be cur tên xapandin û piştre dibin qurbaniyên berjewendiyên PKK’ê.

PKK’e bi parvekirina wêneyên keçên ciwan û bedew dixwaze rûyê xwe yê tarî veşêre û bi vê rêyê gelê kurd bi giştî û bi taybetî ciwanan bixapîne, PKK’e di çapemeniya xwe de bi nîşandana dîmenên ciwan ji kezî û biskên keçên kurd hewl dide ciwanan bixapîne û wan tevlî nava refên xwe bike, lê belê di niha de rûyê reşê PKK’ê ji her kesî re eşkere bûye û hejmarek herî kêm ya ciwanan yan bi xapandin tevlî PKK’ê dibin, yan jî bi rêya revandinê û bi darê zorê dihên çekdarkirin.

Pustên heman beş