Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî bi boneya Cejna Qurbanê, alîkariyên xwarinê li ser zêdetirî 600 malbat û zêdetirî 15 hezar zarokan dabeş kirin.
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî d daxuyaniyekê de ragihand, di projeyên xêrxwaziyê de, wan zêdetir ji heft milyar dînar xerc kiriye. Ji 15 hezar û 245 zarokan re, 4 milyon û 575 hezar dolar alîkarî hatiye kirin.
Di heman projeyên xêrxwaziyê de, alîkariya diravî li ser zêdetir ji 600 malbatan û selikên xwarinê li ser 500 malbatan hatin dabeşkirin.
Di daxuyaniyê de hat gotin, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî di pirojeyeke din de ji bo Cejna Qurbanê cil û berg ji bo 596 zarokan dabîn kirin.