Li çiyayên Agirî û Êlihê 5 gerîla hatin kuştin

Agirî-û-Êlihê-pkk

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand, di şerê Artêşa Tirkiyeyê û gerîlayên PKKê de 5 gerîla hatin kuştin.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Ali Yerlikaya eşkere kir, di operasyonên “Bozdogan-43” yên li çiyayên Agirî û Êlihê de, 5 kes hatin kuştin ku di nava wan de jinek heye.

Yerlikaya li tora civakî “X” ragihand, li navçeya Bazîdê ya Agiriyê û her wiha li gundê Palamutê yê Heskîfê operasyon hat lidarxistin.

Yerlikaya bal kişand ku firokeyên Fermandariya Hêzên Asîmanî, helîkopterên êrîşê ATAK û J-SÎHAyan jî piştgirî dan operasyonan.

Yerlikaya bal kişand ku “Di operasyonan de, Yilmaz Onerê kodnav (Şehmus Malazgirt), Şakir Erdemciyê kodnav (Şervan Botan), Hazret Kaçara kodnav (Eylem) û Nurettin Tekinê kodnav (Nurhaq) û Zeynep Ozkana kodnav (Axîn) hatin berterefkirin.”

Ev yek di demekê de ye, duhî li herêma Mawayê ya bi ser navçeya Heskîfa Êlihê ve, operasyona leşkerî hatibû destpêkirin. Hat zanîn ku piştî operasyonê, bi şev şer derketiye.

Pustên heman beş