Çeteyên bi navê “Ciwanên Şoreşger” zarokekî 13 salî direvînin

Çeteyên bi navê"Ciwanên Şoreşger" zarokekî 13 salî direvînin

Rêxistina “Ciwanên Şoreşger” a girêdayî Partiya Karkerên Kurdistanê li bajarê Xeranîcê yê gundewarê Dêrezorê zarokekî temen biçûk bi armanca tevlîkirina nava refên partiyê de revand.

Li gorî tora çavdêriya Mafên Mrovana Sûriyê, rêxistona “Ciwanên Şoreşger” di 22/4/2024’an de Himad Ebdul Husênê 13 salî ku navê diya wî Skot El-Hesene revandiye.

Toreyê herwiha diyar kir ku “Tevî hewildanên malbata wî ji bo lêgerîna wî, ew bi ser neketin.”

Tevî ku HSD’ê di Hezîrana 2019’an de bi Netewên Yekgirtî re planek ji bo bidawîkirin û qedexekirina tevlîkirina zarokan di nava çekdaran de îmze kiribû. Lê ji dema ku peyman hatiye îmzekirin ve, rewşa revandina zarokan bidawî nebûye.

Malbatên zarokên revandî jî kiryarên tevgera “Ciwanên Şoreşger” şermezar dikin û bang li rêxistinên ku girîngiyê didin mafên zarokan, rêxistinên navdewletî û aliyên pêwendîdar dikin ku fişarê li rêveberiya xweser û HSD’ê bikin ta ku çarenivîsa zarokên wan diyar bikin.

Pustên heman beş