Li Efrînê çekdaran ciwanekî Kurd kuşt û yekî din jî birîndar kir

Li Efrînê çekdaran ciwanekî Kurd kuşt û yekî din jî birîndar kir

Çekdarên opozîsyona Sûriyeyê yên bi artêşa Tirkiyeyê re herêma Efrînê dagîr kirine, gule li 2 ciwanên Kurd reşandin û di encamê de, ciwanekî canê xwe ji dest da.

Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, roja 19ê Hezîranê çekdarên rêbenda di navbera gundê Dergir û Coqê de, gule li 2 ciwanên Kurd (Cemal Mihemed Gulîn Elî û Mihemed Welîd Elîko) reşandin û di encamê de, her du ciwan bi giranî birîndar bûn.

Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn, Cemal Mihemed Gulîn Elî û Mihemed Welîd Elîko dema ji kar vedigeriyan gundê xwe, ji aliyê rêbenda çekdaran ve êrîş li wan hatine kirin.

Diyar kir jî, Cemal Mihemed Gulîn Elî yê 26 salî duh 21ê Hezîranê li nexweşxaneyê û ji ber giraniya birînên xwe, canê xwe jidest da.

Cemal Mihemed Gulîn Elî yê ku canê xwe jidest daye, ji gundê Dargirê yê navçeya Mibetlî ye û bavê 2 zarokan e.

Amaje bi wê jî kir, birîndarê din Mihemed Welîd Elîko yê 22 salî hîn jî li nexweşxaneyê ye û rewşa wî cîgir nebûye.

Ji dema dagîrkirina Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyeyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve di Adara 2018an de, gelek caran kurdên Efrînê li ser destê grûpên çekdaran rastî tawanên kuştin, revandin û eşkencekirinê tên.

Pustên heman beş