Li gor rêkeftina di navbera PKK û rejîmê de, HSD genim bi 36 sentên Amerîkî dide rejîmê

Li gor rêkeftina di navbera PKK û rejîmê de, HSD genim bi 36 sentên Amerîkî dide rejîmê

Dezgeheke ragihandinêya Sûrî eşkere kir ku hêzên Sûriya demokratîk dest bi hinardekirina yekem beşê genim ku ji cotkarên Rojava Kurdistanê û deverên dinên di bin destê wê de werdigirin bo navendên wergirtina genimên rejîmê li başûrê bajarê Qamişlo kirin.

Televîzyona Sûriyê got ku, di 24 saetên borî de, hêzên Sûriya demokratîk nêzîkî 100 kamyonên barkirî ji genim ji xaleke pişkinînêya hêzên rejîmê li gundewarê El-Demxiyê derbasî herêmên di bin kontrola rejîmê de li başûrê bajarê Qamişlo kirin.

Li gor jêderên medyayî, kamyonan zêdetir ji “2500 ton” genim ji navenda wergirtina genim li gundê Qesrak li Bakurê bajarê Hesekê, bo navendên wergirtina genim ên rejîmê li gundewarê Qamişlo bar kirin.

Çavkaniyê amaje bi wê yekê jî kir, ku karwaneke kamyonên barkirî bi genim, ligel dewriyeyeke hêzên Sûriya demokratîk, derbasî xala pişkinînêya hêzên Asayîşêya Girê Spî li ser rêya navdewletî (M4) li Bakurê Hesekê bûn, û gihiştin herêmên di bin kontrola rejîmê de li başûrê bajarê Qamişlo.

Jêderê medyayî tekez kir ku genim di nav cewalan de li kamyonan hatibû barkirin, ev jî ji ber nebûna navendên parastina genim saylo li cem rêjîma Sûriyê.

Li gorî malpera televîzyona Sûriyê, di meha Gulana borî de hevdîtinên berfireh di navbera berpirsên darayîyên rêveberiya PYD’êyên ser bi PKK’ê û berpirsên rejîmê de hatin encamdan, ku di encamê de lihevkirinek hat îmze kirin ku 500.000 ton genim bi nirxê 36 sentên Amerîkî ji rejîmê re bê şandin.

Çavkaniya medyayî amaje bi wê yekê jî kir, ku piştre kadroyên PKK’ê berpirsên rêveberiya PYD’êya di Encûmena Cîbicîkar û Encûmena Aborî û Çandiniyê de agehdar kirin ku bi behaneya nebûna bûdceya darayî û dagirtîbûna sayloyan bi genmê sala derbasbûyî ew genmê cotkaran bi nirxê zêdetir ji 32 sentên Amerîkî nakirin.

Rêveberiya PYD nirxê kirîna genim ji cotkaran bi 31 sentên amerîkî ji her kîloyekê re diyar kir, û nirxê nû ji sala borî kêmtire, ku sala borî 43 sentên Amerîkî bû her kîloyek genim hatibû diyarkirin, ev di demekî de ye ku rejîmê nirxê kirîna genim bo her kîloyekê 36 sentên amerîkî diyar kiribû.

Pustên heman beş