Fermandarekî girîng yê HPGê hat kuştin

Şêxmûs Milazgir-Info

Rêxistina PKKê fermandarekî din yê giring wenda kir piştî ku di pevçûnekê de li gel artêşa Tirkiyê li herêma serhedê ya Bakurê Kurdistanê hatiye kuştin.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê duh roja înî 21/6/2024ê nasnameya fermandarekî xwe yê bi navê Yilmaz Hacî Ehmed bi navê kod Şêxmûs Milazgir aşkere kir ku li 18 hezîranê di pevçûneke li gel artêşa Tirkiyê de hatiye kuştin.

HPGê destinîşan kir, Yilmaz Hacî Ehmed fermandar û endamê fermandarêtîya eyaleta Serhedê bû, ew li 18 hezîranê li çiyayê Agiriyê hat kuştin.

Fermandarê HPGê Yilmaz Hacî Ehmed li sala 1992ê tevlî PKKê bibû, di 30 salên temena xwe yê nava rêxistinê de gelek erk li Başûr û Bakurê Kurdistanê wergirtine, herî dawî endamê fermandarêtîya eyaleta Serhedê bû.

Pustên heman beş