Raporeka Tirkiyê: Enqere dê balafirgeha Silêmaniyê bike armanc

Iraq-Sulaymani-turkey-pkk-info

Raporeka çapemeniya Tirkiyê îro şemiyê piştrast kir ku sebra Enqerê derbarê barên diron û mûşekan yên ku ji aliyê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) ve tên wergirtin nemaye, bal jî kişand ser rola firokexaneya Silêmaniyê di gihandina wan baran de bo PKKê û tekez kir, Tirkiye di vî warî de êdî bêdeng namîne û ger sewqiyatên nû bên dîtin, dê yekser bibin hedef.

Firokxane bûye bingehekî lojîstîkî bo Partiya Karkerên Kurdistanê

Rapora rojnameya Tirkî Yenî Şefeq ku nêzîkî Partiya Dad û Geşepêdanê ye û “Bassnews ê” jî wergerandiye, radgehîne ku PKKe vê dawiyê bi rêya firokexaneya Silêmaniyê sîstema berevaniya esmanî û firokeyên bê firokevan bidest xistiye û endamên partiyê jî di vê derbarê de perwerde dîtine. Di raporê de hatiye gotin: “Biryareke bibiryar derbarê firokexaneya Silêmaniyê hatiye standin, ew firokxane bûye bingehekî lojîstîkî bo Partiya Karkerên Kurdistanê” û tekezî li ser wê yekê hatiye kirin, ku eger Tirkiye sewqiyateke nû bibîne, dê bikeve tevgerê.

Rojnameyê wiha got: “Hêzên ewlekariyê hemû barên ku di rîya firokxaneya Silêmaniyê re ji PKKê re hatine şandin, piştî ku hate piştrastkirin belge kirine û tekez kir ku Tirkiye dê li hember van barên ku ji terorîstan re hatine şandin, bê deng nemîne û ferman hat dayîn ku her sewqiyata ku êdî ji boy Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê/YPGê were şandin, bike hedef”.

YNKê û serkirdayetya wê ew sozên ku di vê derbarê de dabûn Tirkiyê cîbcî nekirine

Medyaya Tirkiyê li ser zarê berdevkê wezareta derve ya Tirkiyê belav kirbû, ku Qubad Talebanî meha Nîsana îsal serdana Tirkiyê kirbû û li gel wezareta derve ya Tirkiyê civiyabû.

Tirkiyê dilgiraniya xwe derbarê pêwendiyên Yekîtya Niştimanya Kurdistanê li gel Partiya Karkerên Kurdistanê û bikaranîna firokexaneya Silêmaniyê ji aliyê PKKê ve ji wî re ragihand, lê Yekîtya Niştimanya Kurdistanê û serkirdayetya wê ew sozên ku di vê derbarê de dabûn Tirkiyê cîbcî nekir.

Ji bo nehîştina encamên destwerdanên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKKê) li Silêmaniyê, Tirkiyê qedexeya geştên esmanî yên bo firokexaneya Silêmaniyê ji bo şeş mehên din (heta 7/12/2024ê) dirêj kir.

Pustên heman beş