Hin deverên Êlihê wek navçeyên ewlekariya taybet hatin ragihandin

Hin deverên Êlihê wek navçeyên ewlekariya taybet hatin ragihandin

Hin deverên navçeya Kercewsê ya Êlihê ji bo heyama 15 rojan wek navçeyên ewlekariya taybet hatin ragihandin û artêşa Tirkiyê li Geverê dest bi operasyonê kir.

Parêzgariya Êlihê da xuyakirin, hin navçeyên bejahî yên Kercewsê, bi sedemên ewlekariyê ji 22’ê Hezîranê heta 6’ê Tîrmehê wek navçeyên ewlekariya taybet hatine ragihandin.

Parêzgariya Êlihê ji welatiyan xwast ku pabendî biryarê bibin û derbasî van navçeyan nebin.

Li gor zanyariyên herêmî, artêşa Tirkiyeyê bi hêzeke mezin li gund û zozanên Gevera Colemêrgê dest bi operasyonan kiriye. Operasyona ku li Çiyayê Spîrêz 11’ê mehê destpê kiriye, didome.

Pustên heman beş