Çekdarên PYD’ê bijîşkek li bajarê Hesekê revandin

Çekdarên PKK’ê bijîşkek li bajarê Hesekê revandin

Îro 23.06.2024ê çapemeniya Rojavayê Kurdistanê ragehand ku li bajarê Hesekê, çekdarên PYD’ê (Partiya Yekitiya Demokratîk) ku baskê PKK’ê yê Rojavayê Kurdistanê ye, bijîşkek ji bo cîheke nediyar revandine.

Vê çarçoveyê de tora Sûrî ya Mafên Mirovan beyanameyek belav kir û ragehand, çekdarên PYD’ê li navçeya Tel Eswed a li bakurê bajarê Hesekê, bijîşkekî bi navê Ebdula Salih li klînîka wî ew girtine û ew bijîşke ji bo cîheke nediyar birine û hîn sedemê girtina wî nehatiye zanîn.

Li gor zanyariyan di heyama du mehên borî de çekdarên PYD-PKK’ê li Rojavayê Kurdistanê 15 çalakvanên siyasî û rojnamevan ji bo cîhên nediyar revandine û heta naha çarenivîsa wan nediyare.

Pustên heman beş