Salih Muslim: Amerîka naxwaze em niha hilbijartinan bikin

Salih Muslim: Amerîka naxwaze em niha hilbijartinan bikin

Hevserokê PYDê radigihîne, Rêveberiya Xweser rijd e ku Hilbijartinên Şaredariyan di meha Tebaxa îsal de bike, lê Amerîka ne bi lidarxistina hilbijartinan re ye di vê demê de.

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim di hevpeyvînekê ligel rojnameya “Şerq El-Ewset” de got: “Hilbijartin destpêkê hatibûn plankirin di 30’ê Gulanê de, lê ji ber kêmasiyên lojîstîkî yên Komîsyona Bilind a Hilbijartinan, ji bo 11’ê Hezîrana 2024’an hatin paşxistin. Lê careke din li ser daxwaza hin partiyan, bo meha Tebaxê hatin paşxistin.”

Muslim got jî: “Sedemên paşxistina hilbijartinan, ne ji ber îdiayên girêdayî hebûna zextên Amerîkayê û zêdebûna gefên Tirkiyê bûn. Ev yek dihat pêşbînîkirin ku aliyên dijber (Tirkiye) dê li dijî her pêngevekê ji bo birkxistina karûbarên herêmên me derkeve.”

Tekez kir jî: “Em ê van hilbijartinan bikin û biryar vedigere aliyên beşdar di Komisyona Bilind û aliyên siyasî de. Paşxistin jî ji bo nehiştina kêmasiyên ku pêştir hebûn bû. Lê divê ev hilbijartin di roja diyarkirî de bên kirin.”

Li ser helwesta Amerîkayê derbarê van hilbijarinan de, Muslim got: Amerîka ji me re gotin ‘Em dibînin ku hûn di vê gavê de lez dikin.”

Li ser gefên Tirkiyeyê jî, Muslim got: “Gefên Tirkiyeyê ne ji ber hilbijartinan e, ev 8 sal in, yanî ji sala 2016an ve hene û Tirkiye pêwîstiya wê bi hincetan nîne, ji ber ku hebûna hemû pêkhateyên Sûriyeyê dike armanc, her projeyekî demokratîk dike armanc û çi bixwaze dike. Êrîşî herêmên me dike, Efrîn, Serê Kaniyê û Girê Sipî jî dagîr kirin. Tirkiye ev 8 sal in hebûna Kurdan dike armanc û çareseriya Sûriyeyê asteng dike û di cîbicîkirina biryara navdewletî ya 2254 de bûye astengeke mezin.”

Pustên heman beş