Nasnameya du gerîlayan hat eşkerekirin

Du gerila-mava-net

Partiya karkeran îro nasnameya du çekdarên xwe yên din aşkere kir ku li çiyayê Mava yê li Bakurê Kurdistanê ketine ber êrîşan û hatine kuştin.

19ê Hezîranê li gundê Xirbekûrê yê li Çiyayê Mava operasyoneke leşkerî dest pê kiribû. Heman rojê li navçeya Heskîfê ya Êliha Bakurê Kurdistanê qedexe hatibû ragihandin û li Çiyayê Mava şer qewimîbû.

Li Çiyayê Mava li herêmê tevgereke zêde ya helîkoptêran çêbûbû. Herwiha şebekeyên telefonan û înterneta jî gundê Xirbekûrê jî hatibû birîn.

HPGê baskê leşkerî yê PKKê îro roja yekşemî 23/6/2024ê ragihand ku di wî şerî de 2 çekdarên wan bi navên Zeynep Ozkane û Şakir Erdemcî canê xwe ji dest daye.

HPGê destnîşan kir ku Zeynep Ozkane û Şakir Erdemcî sala 2014an tevlî refên PKKê bûne.

Pustên heman beş