Heşargeheke DAIŞê li bilindahiyên Hemrînî hat armanckirin

ISIS-Iraq-Hamrin-F16

Di operasyoneke asmanî de li ser heşargeheke DAIŞê li bilindahiyên çiyayê Hemrînî, 3 teroristên rêkxistina DAIŞê hatin kuştin.

Fermandeya Operasyonên Hevpar li Îraqê ragehand, piştî çavdêriyeke hûr ji aliyê şaneya armanckirinê ya girêdayî fermandeya wan, îro (Yekşem, 23.06.2024) di operasyoneke asmanî de bi balafira F-16 heşargeheke DAIŞê li bilindahiyên çiyayê Hemrînî li sinorê parêzgeha Diyalayê wêran kir.

Fermandeya Operasyonên Hevpar amaje jî da, di verêja wê êrîşê de sê çekdarên DAIŞê li nav wê heşargehê hatin kuştin.

Li dû wê ragehandinê, her di wê operasyonê de hejmareke şkeft, embar û heşargehên din jî yên DAIŞê li wî sinorî hatin wêrankirin.

Ev jî di demekê de ye ku şevêdî (Şemî, 22.06.2024) di operasyoneke hevpar a Fermandeya Operasyonên Hevpar û Dijeterorê de, êrîşî ser du heşargehên DAIŞê li Dozxormatû jî hat kirin û li dû zanyarên destpêkê heft endamên DAIŞê hatine kuştin.

Pustên heman beş