Ji encama şerê di navbera xizman de li Mûşê kesek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn

Ji encama şerê di navbera xizman de li Mûşê kesek hat kuştin û 4 jî birîndar bûn

Li bajarê Mûşê yê Bakûrê Kurdistanê di navbera 2 malbatên ku xizmên hevdû bûn de nîqaş derket. Nîqaş zivirî şerê çekdarî, kesek mir û 4 kes jî birîndar bûn. Herwaha derbarê bûyerê de 2 gumanbar hatin binçav kirin.

Li şaredariya Kizilagaç a girêdayî navendê, di navbera du malbatên ku hat zanîn xizmên hev in, ji ber sedemeke nediyar nîqaş derket.

Nîqaşa ku mezin bû, zivirî şerê çekdarî û ji ber wê sedemê 5 kes birîndar bûn.

Li ser agahdar kirinê Cenderme û tîmên lezgîn yên tendurustiyê çûn cihê bûyerê.

Ji birîndarên ku bo ambulansan ji bo nexwaşxana dewletê a Mûşê hatin rakirin, Burhan Kilinç, rexmê hemî hewildanan nehat rizgarkirin.

Tîmên Cendirme ku 2 kes ji ber wî şerî binçav kir, li wê herêmê tevdîrên ewlekariyê zêdetir kirin.

Pustên heman beş