Tirkiyê kuştina du berpirsên PKK’ê eşkere kir

Tirkiyê kuştina du berpirsên PKK’ê eşkere kir

Wezîrê karên navxwe yê Tirkiyê Elî Yerlîkaya daxuyand ku di operasyona bozdogan-45ê ya li bejahiya Batmanê da 2 serkirdeyên PKK’ê ku yek jê di lîsteya sor a lêgerînê daye hatin kuştin.

Yerlîkaya da zanîn ku li gundê Garcuşê di encama xebatên îstixbaratê yên serfermandariya giştî ya cendirmeyên Êlihê, rêveberiya îstîxbarata fermandariya giştîya cendirmeyan, fermandariya hêzên ewlekariya cendirmeyan û rêveberiya şaxa têkoşîna li dijî terorê de operasyonek hat lidarxistin û di encama vê operasyonê de 2 berpirsên PKK’ê ku yek ji wan di lîsteya Sor ya lêgerînê de bû hatin kuştin.

Di vê operasyonê de Soltan Dax bi kodnavê Berîtan Amaraye ligel Zeyneb Nîbat bi kodnavê Zeyneb Cûdî hatin kuştin, li gor daxuyaniya wezîrê navxwe yê Tirkiyê, ev berpirsên PKK’ê beşdar bûne di 9 êrîşên li ser hêzên ewlekariya Tirkiyê û di van êrîşan de 6 karmendên ewlehiyê yên Tirkiyê hatine kuştin û 19 jî birîndar bûne.

Pustên heman beş