Di dema 3 rojên rabûrî de Tirkiyê herî kêm 6 xalên PKK’ê li Başûrê Kurdistanê hedef girtine

Êrîşên dewleta tirk, paşve vekişîna PKK’ê û zirarên şêniyên Başûr her ku diçe zêdetir dibe

Di 3 rojên rabûrî de bi sedema liv û tevgera çekdarên PKK’ê li nêzî gundên derdora Amêdiyê li Başûrê Kurdistanê, artêşa Tirkiyê bi êrîşên asîmanî û bejahî 6 gund û navçeyên diyar yên Duhokê bombebaran kirine.

Li gorî amara 3 rojên rabûrî ya liv û tevgera çekdarên PKK’ê û êrîşên Tirkiyê, li rojên 20-23 Hezîrana 2024’an, artêşa Tirkiyê 6 gund û navçeyên sînorê Amêdiyê bi sedema hebûna çekdarên PKK’ê bombebaran kirine û zirarek mezin bi aqar û zeviyên çandiniyê xistiye.

Êrîş wisa bûn:

Di 20/6/2024’an de

Di saet 10:25ê sipêdê de firokeyên leşkerê Tirkiyê çiyayê hindavî gundê Dêreşê yê devera Berê Garê bombebaran kiriye.

Di 22/6/2024’an de

Li saet 8:10ê şevê firokeyên leşkerê Tirkiyê tunela PKK’ê ya ku dikeve hindavî gundê Guherzê yê ser bi nahIya Dêralok yê devera Nihêlê bi moşekekî bombebaran kir, di heman dem de firokeyên Tirkiyê moşekek li gundê Dergela Musa Begê yê devera Berwarî bala xist.

Di 23/6/2024’an de

Di saet 5:20 êvarê de firokeyên leşkerê Tirkiyê du moşek li Aşê Geliyê gundê Dergela Musa Begê xistin û her weha li saet 7:25ê heyanî 7:30 bo dema pênc xolekan li pey hev leşkerê Tirkiyê bi moşekan li geliyê bêşîlê yê devera Berwarî Bala xist.

Di saet 7:21ê mexreb de firokeyên leşkerê Tirkiyê çiyayê Zengil yê li hindavî gundên Dêreş û Rezîkê yên devera Berê Garê bombebaran kiriye.

Di saet 7:25ê mexreb de firokeyên şer yên Tirkiyê tunela PKK’ê ya dikeve hindavî gundê Guherzê yê ser bi nahiya Dêralok bombebaran kiriye.

Li saet 10:30 şevê firokeyên leşkerê Tirkiyê çiyayê Xêrê li hindavî gundê Girê Nahiya Çemankê bombebaran kiriye.

Ji destpêka meha Gulanê ve dewleta Tirk êrîşên asmanî li dijî PKK’ê li Başûrê Kurdistanê taybet li sînorê parêzgeha Duhokê dijwar kirine, PKK’ê wendahiyên mezin da ne, ev yêk li demekî tê ku nêzîkbûna şer û pevçûnan bo sînorê gundên parêzgeha Duhokê nîgeraniyek mezin li cem şêniyên gundan çêkiriye û PKK’e vê yekê bi zanebûn dike û dixwaze ew gund û herêmên Duhokê ji şênîyan werin vala kirin.

Pustên heman beş