PKKe Êzdîyan ber bi îbadeta Apo ve dikşîne

Ezidi Shengal-Sinun-net

Partiya Karkeran meşek li Sinûnê ya navçeya Şengalê bi Êzdiyên li wê derê lidarxist û daxwaza rakirina tecrîda derew a li ser Apo bi jinên ku tevlî meşê bûn da gotin.

Rêveberîya Xweser a Şengalê ku beşekî PKKê ye duh roja yekşemî 23/6/2024ê meşek li Sinûnê organîze kir, bi dehan jin û ciwanên Êzdî tevlî kirin, PKKê li ser zimanê wan ji dewleta Tirk xwest tecrîda li ser rêberê PKKê Ebdulla Ocalan bê rakirin.

Awareyên Şengalê ji tirsa ؛PKKê venagerin

Di beşeka beyana PKKê de ya ku ji hêla jinên Êzdî ve hatiye xwendin ev hatiye gotin:

“Em weke civaka Êzdî û jinên Êzdî deyndarên rêber Apo ne. Em ji bo azadiya wî çi bikin jî, ne poşmanin. Ev fikrê wî yê azad wê ticarî neyê hepiskirin û wê her belav bibe”.!!

Jinên bi temen yên Êzdî ku piranî jê Rêveberîya Xwesera Şengalê bi darê zorê tevlî meşê kirin ne Apo nas dikin û nejî dizanin tecrîdek li ser heye yan na, PKKê bi rîya saziyên weke Rêveberîya Xweser û rêxistinên xwe yên li Şengalê tişta ku dixwaze bi guhê Êzdîyan de dibêje û bi wan dide bawer kirin, ya rast Êzdiyên li wê derê bûne dîlên destê PKKê, PKKe ya civaka Êzdî ber bi peristina Apo ve kêş dike.

Medyaya PKKê wisa ev nûçe înaye pêş ku meşek girseyî li Sinûnê bi daxwaza civaka Êzdî pêkhatiye, lê ya rast Rêveberîya Xweser Şengalê hejmareke jinên bi temen û ciwanên Êzdî birine ser cadê û wêneyên Ocalan xistine di destê wan de û azadîya fîzîkî ya rêberê xwe bi devê wan belengazan vedbêje.

Ji paş fermana DAIŞê û heya roja me ya îro dehan hezar êzdî di kampên parêzgeha Dihokê de mane û bi sedema dagirkirina PKKê bo Şengalê ew nikarin vegerin warê xwe, awareyên Şengalê ji tirsa PKKê jiyana di kampan de hilbijartine, tirsa wan ji PKKê ye ku zaroyên wan bi darê zorê tevlî rêxistinên xwe bike û wan jî weke Êzdiyên niha li Şengalê weke metiryalek ji bo ecêndayên xwe bi kar bîne.

Hikumeta Federal: PKKe di Şengalê de nîne!!

Hikûmeta Federal ya Îraqê biryar girtiye ku li dawîya tîrmeha îsal 2024ê tev kampên awareyan yên li Herêma Kurdistanê daxe û Êzdiyan bi darê zorê vegerîne Şengalê, Hikûmeta Federal dibêje PKKe di Şengalê de nîne, lê ev meşa duh û bi baketina wêneyên Ocalan û alayên rêxistinê di cade û kolanên Şengal û Sinûnê de, belgeyek bê gomane ku PKKe di Şengalê de ye û sitema wê li ser civaka Êzdî pirseke bê dawî ye.

Pustên heman beş