Li ser neh hevşaredarên DEM Partiyê merc hatin danîn

Dem-Parti-Merc-net

Nûnertiya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê ji bo derketina derve merc danî ser pasportên neh hevşaredarên Partiya Wekhevî û Demokratiya Gelan (DEM Partî).

Cihgirê hevserokê giştî yê DEM Partiyê Mehmet Ruştû Tiryakî li parlementoya Tirkiyeyê di konferanseka çapemeniyê de eşkere kir ku Nûnertiya Giştî ya Ewlehiyê ya Tirkiyeyê bê biryara dadgehê merc daniye ser pasportên 9 hevşaredarên wan.

Li gor daxuyaniya Tiryakî, hevşaredarên merc ji bo pasaportên wan hatine danîn ev in;

Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Serra Bucak, Hevşaredarê Pîrana navçeya Diyarbekirê Hacî Akengin, Hevşaredara Peyasa navçeya Diyarbekirê Bêrîvan Gulşen Sincar, Hevşaredarê Erxaniya navçeya Diyarbekirê Şiyar Guldiken, Hevşaredarê Rezana navçeya Diyarbekirê Siraç Çelik, Hevşaredara Çinarê ya navçeya Diyarbekirê Semra Akyuz, Hevşaredara Farqîna navçeya Diyarbekirê Sevim Biçici, Hevşaredarê Artukluya navçeya Mêrdînê Mehmet Ali Amak û Hevşaredarê Akdenîza navçeya Mêrsînê Hoşyar Sariyildize.

Pustên heman beş