Tuncer Bakirhan: Dema mala Kurd dişewite desthilat ker û kor dibe

Tuncer Bakirhan

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di ragihand, Serokomarê Tirkiyeyê heta niha derbarê şewata Mêrdînê de ti daxuyanî nedaye. Dema mala kurd dişewite, dema agir bi mala kurd dikeve hemû aliyên din kor û ker dibin.

Karvedanên şewata Diyarbekir û Mêrdînê didomin. Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan, li Parlamentoya Tirkiyê di civîna fraksiyona partiya xwe de ragihand, siyaseta desthilata Tirkiyê li Bakurê Kurdistanê cuda, li Tirkiyê cuda ye, Firoke û helîkopterên vemirandina agir li rojavayê Tirkiyê ne, lê firoke, helîkopter û dronên şer li Bakurê Kurdistanê ne.

Hevserokê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan di civîna fraksiyon partiya xwe de got: “Karesateke mezin hate serê me. Me lêkolîn kirin. take berpirs heye ku Kompaniya elektrîkê û li ser serê xelkê navçeyê bûye bela. Pêncî sal in tu nûjenkirin û xizmetguzarî nîne, tenê gelê kurd siza dide. Wek qeyuman e.”

Bekirhan got jî “Dema mala kurd bişewite, em dibînin desthilat kor û ker e. 10 helîkopterên şevê kirîne, lê ev helîkopter li Kurdistanê nîn in. Li navçeyê dron hene, F-16 hene, helîkopterên şer hene. Bo zilmê û tunekirinê hene, em dîsa dibêjin divê deverê şewatê wek herêma afatê were ragihandin û ziyanên welatiyan were qerebûkirin.”

Dezgeha Vemirandina Agir ya Şaredariya Diyarbekirê da xuyakirin, şewat ji ber hêlên elektrîkê ku nehatine nûjenkirin derketiye. Li gor lêkolînan, ziyanên şewatê herî kêm 700 milyon lîre ye û eger Kompaniya elektrîkê DEDAŞ berpirs were dîtin, divê hemû ziyanan qerebû bike.

Pustên heman beş