Jivanê nû yê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê hat diyarkirin

Kurdistan Election-Parliment

Serokê Herêma Kurdistanê roja 20.10.2024ê wekî jivanê nû yê hilbijartinên giştî ji bo gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kir.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab îro (Çarşem, 26.06.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar li ser derxistina fermana herêmî ya hejmar 222 a sala 2024ê da, ku tê de hatiye: li dû benda duyê, madeya dehê, ji qanûna Serokatiya Herêma Kurdistanê, hejmar yek a 2005ê ya edilandî, me biryar li ser van xalan da:

  1. Diyarkirina roja 20.10.2024ê wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên giştî ji bo gera şeşê ya Perlemana Kurdistana Îraqê.

  2. Tevaya aliyên peywendîdar bi bicihanîna karên pêdivî ji bo alîkarî û hevahengiyê bi Komisyona Bilind a Hilbijartinan a Îraqê re ji bo bicihanîna vê fermanê pabend dibin.

  3. Ev ferman ji roja derkeftina wê tê bicihanîn û li rojnameya fermî tê belavkirin.

Berdevkê Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Jivanê nû yê hilbijartinên Perlemana Kurdistanê piştî helsengandineke temam a pêdivîtiyên hilbijartinan û danûstandinên bi aliyên peywendîdar re û guhdarîkirina dîtin û nerînan hatiye diyarkirin.”

Tevî ku Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 10.06.2024ê wekî jivanê birêveçûna hilbijartinên gera şeşê ya Perlemana Kurdistanê diyar kiribû, lê ji ber tevlînebûna PDKyê û pêkhatan ji ber biryara Dadgeha Federalî ji bo hilweşandina 11 kursiyên kutayê yên Perlemana Kurdistanê û “desttêwerdanên derve û berhevkirina dîzayna pêşwext ji bo hilbijartinan”, hilbijartin di wê demê de nehatin kirin.

Pustên heman beş