Îstixbarata netewî ya Tirkiyê MÎTê endamekî komîteya navendî ya rêxistinê bi navê “Elî Dînçer” li Qamişlo ya Rojava Kurdistanê bi operasyonekê kuşt.
Ajansa Anadolu ya dewleta Tirk îro roja çarşemî 26\6\2024ê belav kir ku di operasyoneke MÎTê de ku li Qamişlo ya Rojava Kurdistanê hatiye encam dayîn, kesekî girîng yê rêxistina PKKê bi navê Elî Dînçer yê ku Înterpolê bi bultena sor lê digeriya, hat kuştin.
Elî Dînçer endamê konseya PKKê\HPGê baskê leşkerî yê rêxistinê ye û berpirsê herêma Cizîrê ye û bi navê kod Orhan Bîngol dihat nas kirin.
Anadolu yê gotiye ku kadroyê PKKê Dînçer di 1991ê da tevlî rêxistinê bûye û di gelek çalakiyên xwînawî yên rêxistinê de cih girtiye.
Di navbera salên 1992-1999an da bûye berpirsyarê Çolwarên Erzurumê – Tuncelyê, di nava van salan da li Dola Bîqaê ya ku dikeve rojihlatê Lubnanê, ji Ebdulla Ocalanê rêberê PKKê perwerde dîtiye.