Di 48 saetên bûrî de Tirkiyê herî kêm 11 gund û navçeyên Duhokê bombebaran kirine

Êrîşên dewleta tirk, paşve vekişîna PKK’ê û zirarên şêniyên Başûr her ku diçe zêdetir dibe

Di du rojên bûrî de bi sedema liv û tevgerên PKK’ê, artêşa Tirkiyê bi êrîşên asmanî 11 gund û navçeyên diyar yên Duhokê bordoman kirine.

Li gorî amara du rojên bûrî ya liv û tevgerên PKK’ê û êrîşên Tirkiyê, li rojên 24 û 25 Hezîrana 2024an, artêşa Tirkiyê bi rêya balafirên xwe yên şer 11 gundên ser bi parêzgeha duhokê ve bombebaran kirne û bi vê sedemê zirarek mezin bi rez û bax û sirûştê vê deverê gihiştiye.

Êrîş wisa bûn:

Li 24/6/2024

Saet 7:45 heyanî 7:54 mexreb firrokeyên leşkerê Tirkiyê bi du mûşekan geliyê Bazê û geliyê Gîlka yên devera Berwarî Bala hedef girtine.

Saet 9:5 heyanî 9:15 şevê firrokeyên leşkerê Tirkiyê hindavî gundê Dergela Musabeg û Bêşîlê yên devera Berwarî Bala bi çekê duşka hedef girtine.

25/6/2024

Saet 4:35 heyanî 4:40 êvarê firrokeyên leşkerê Tirkiyê geliyê Bazê hedef girtiye, her wiha saet 8:10 heyanî 8:15 şevê geliyê Kanî Reşê û geliyê Hespa yên devera Berwarî Bala hedef girtine.

Saet 7:30 heyanî 8:00 şevê firrokeyên leşkerê Tirkiyê serê çiyayê Xêrê li hindavî Bêrkiyat aqarê gundê Atuş û Bêrkiyat yên ser bi nahiya Çemankê bi 3 mûşekan hedef girtine.

Saet 8:15 şevê firrokeyên leşkerê Tirkiyê geliyê Dêra û geliyê Dergela Musabegê yên ser bi nahiya Kanîmasê yên devera Berwarî Bala bi du mûşekan hedef girtine.

Saet 9:30 firrokeyên leşkerê Tirkiyê pişta bendava gundê Sergelê yê ser bi nahiya Dêrelok yê devera nihêlê bi yek mûşek bombebaran kiriye.

Pustên heman beş