Fermandareka girîng ya HPGê hate kuştin

Site-Sultan-Dax-Net

Di êrîşeke dewleta Tirkiyê de fermandareke din ya HPGê ya bi navê Sultan Dax û kod navê Bêrîtan Nûrhan li Çiyayê Mava yê li Bakurê Kurdistanê hat kuştin.

Artêşa Tirkiyê ji 18 vê mehê ve operasyonek li Çyayê Mava yê li sînorê Êlihê encam dide û du berpirsên PKKê bi êrîşa asmanî kuştine, yek jê Sultan Dax bû.

Artêşa Tirkiyê diyar kir ku Sultan Dax endama fermandarya eyaleta Gabarê bû û ew li Çiyayê Mava di êrşeke esmanî ya balafirên Tirkiyê de li herêma Mavayê ya Heskîfa parêzgeha Êlihê hatiye kuştin.

Li gorî daxuyaniya HPGê baskê leşkerî yê PKKê Sultan Dax ji herêma Omeryan ya Mêrdînê ye.

Ji 18ê vê mehê vê artêşa Tirkiyê li Çiyayê Mavayê sêgoşeya herêmên Heskîf, Kercos û Torê dest bi operasyoneke leşkerî kiriye.

Her wiha parêzgariya Êlihê jî 19ê mehê heta 3 Tebaxê li herêmê biryara qedexeya derketina derve dabû.

Hat zanîn ku li herêmê xeta elektrîkê û înternetê jî hatiye birîn.

Pustên heman beş