10 Çekdarên Rêxistinê bi êrîşên asmanî hatin kuştin

pkk-turkey-f16-qendil-info-info

10 Çekdarên PKKê li navçeyên sînorî yên Başûr û Rojava Kurdistanê ketin ber êrîşên dewleta Tirk û hatin kuştin, 6 jê li Herêma Kurdistanê bûn.

Wezareta parastina netewî ya Tirkiyê îro roja şemî 29/6/2024ê ragihand, di çarçûveya operasyonên artêşa Tirkiyê de li herêma operasyona Pence-Kilîtê ku dikeve nav sînorên Herêma Kurdistanê êrîş li dijî çekdarên PKKê hatin encam dayîn, 6 çekdar ketine ber êrîşan û hatine kuştin.

Wezareta parastina netewî her wiha aşkere kir, her îro li herêmên bakur û rojihlata Sûryê jî 4 çekdarên PKKê/YPGê bi êrîşên artêşa Tirkiyê hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê roja 17ê nîsana 2022an di nav axa Başûrê Kurdistanê de bi hinceta hebûna binke û baregehên çekdarên PKKê dest bi operasyona bi navê “Pence-Kilîd” kir û operasyon heta niha berdewame. Operasyona “Pence-Kilîd” navçeyên Metîna, Zap Û Avaşîn-Basyanê yên li sînorê navçeya Amêdiyê li xwe digre.

Pustên heman beş