Grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê yên bi artêşa Tirkiyê re herêma Efrînê dagîr kirine, 4 welatiyên Kurd revandin. Herwiha zêdetir ji 50 darên zeytûnan hatin birîn.
Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê belav kir, grûpên çekdar a bi navê “Polîsê Leşkerî” roja 27ê Hezîranê welatiyê bi navê Elî Nûredîn ji mala wî ya bajarê Efrînê revand.
Herwiha ragehand, revandina Elî Nûredîn piştî wê tê, ew berî 2 mehan ji herêma Şehbayê vegeriyanû Efrînê û daxwaza vegerandina xaniyê kiribû ku serkirdeyekî grûpa “Isod El-Şerqiyê” dest daniye ser.
Rêxistina Mafên Mirovan ragihand jî, grûpa “Polîsê Azad” roja 24ê vê mehê her yek ji Yehya Taha Berekat û zarokê 15 salî Edhem Derwîş ji bajarokê Cindirêsê revandin û heta niha çarenivîsa wan nayê zanîn.
Hat diyarkirin, grûpa “Polîsê Azad” roja 25ê Hezîranê welatiyê bi navê Reşîd Gulîn ji gundê Aşkê Rojava revand û piştî standina fidyeyê ji wî, roja din berdan.
Rêxistina Mafên Mirovan da zanîn jî, di çend rojên borî de hejmarek ji kesên li Efrînê hatine bicihkirin, zêdetir ji 50 darên zeytûnan li gundê Firêriyê yê ser bi Cindirêsê ve birîn, ta ku wek êzing bifiroşin.
Şeş sal di ser dagîrkirina herêma Efrînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve derbas dibin û heta niha zêdetir ji 9 hezar kes hatine revandin ku çarenivîsa hejmareke mezin ji wan nayê zanîn.
Li gor çalakvanên Efrînê, grûpên çekdaran bi armanca ku kurdên Efrînê neçar bibin dest ji cih û warê xwe berdin û koçber bibin, welatiyan direvînin û eşkence didin û pere, fidye û bacan ji wan distînin.