Komîsyona Bilind a Helbijartinên Iraqê ji bo 10 rojan dest bi wergirtina pencemora wan kesên ku ji ber pirsgirêkên teknîkî nekarîn deng bidin dike.
Li gor zanyariyên BasNewsê sibe 01.07.2024ê Komîsyona Helbijartinên Iraqê dest bi wergirtina pencemora wan dengdêrên ku pirsgirêka nexwandina pencemora wan hebû ku nêzîkî 400 hezar dengdêr in dike û biryare 10 rojan deriyê tomara biometrîk wan kesan bê vekirin.
Hêjayî gotinê ye çareserkirina pirsgirêka pencemora dengdêran, yek ji têbiniyên PDKê yên derbarê proseya helbijartinên Parlamentoya Kurdistanê bû.