Çekdarên PKK’ê keçeke Ereb li gundewarê Sinûnê revand

Çekdarên PKK’ê keçeke Ereb li gundewarê Sinûnê revand

Revandina zarokan ji aliyê çekdarên ser bi PKK’ê ve li her çar parçeyên Kurdistanê berdewam dike, herî dawî jî çekdarên PKK’ê li bajarokê Sinûnê keçeke 15 salî ya bi eslê xwe Ereb revand, ev jî bo sedem pirsgirêk di navbera PKK’ê û malbata vê keça biçûk de derkeve.

Çavkaniyên taybet yên pêgeha Darka Mazî eşkere kirin, çekdarên PKK’ê keçeke Ereb ya bi navê Nicûd Ferec Wesmî ku ji hoza Şerabîye û temenê wê 15 sale di 28/5/2024’an de revandiye.

Çavkaniyên Darka Mazî eşkere kirin, Nicûd Ferec a 15 salî ji şêniyên gundê Bêrcarî yê ser bi bajarokê Sinûnê ye û piştî revandina vê keçê, malabata keçikê li dijî Encûmena Gel ya gundê Bêrcarî xwepêşandan lidar xistiye û gef li Encûmenê xwarine ku ger keça wan venegerînin wê baregehê wan bişewitînin.

Her wiha tekez kirin, Hemîd Ehmed Şerqî muxtarê gundê Bêrcarî derbara vê mijarê de pêwendî bi Asayîşa Niştimanî ya Îraqê kiriye, lê belê, Asayîşa Niştimanî ji wan re ragihandiye ger keça wan bi kêfa dilê xwe tevlî refên PKK’ê bûbe, ewê nikaribin ti karekî ji boy vegerandina wê bikin.

Pustên heman beş