Di 4 rojan de Tirkiyê 15 gund û navçeyên Dihokê bombebaran kirine
Di 4 rojên rabûrî de bi sedema liv û tevgerên PKKê, artêşa Tirkiyê bi êrîşên asmanî 15 gund û navçeyên dyar yên Dihokê bordoman kirine, zirarek mezin bi aqarê wan gundan ketiye.
Li gorî amara 4 rojên rabûrî ya liv û tevgerên PKKê û êrîşên Tirkiyê, li rojên 26, 27, 28 û 29 xizîrana 2024ê, artêşa Tirkiyê bi rêya balafirên xwe yên şer 15 gundên ser bi parêzgeha Dihokê ve bombebaran kirine û bi vê sedemê zirarek mezin bi rez û bax û xewzaya deverê gihiştiye.
Gund û deverên Dihokê yên ku ji 26 meha rabûrî ve bi sedema PKKê rastî bombebaranê hatîn:
Çiyayê Metînayê
Çiyayê Gabnêrkî
Pişta gundê Pasê
Geliyê Hespa
Geliyê Bazê
Geliyê Bêşîlê
Dergela Mûsa Begê
Gundê Xankê
Şekefta Babekra
Gwîlka
Aqarî gundê Gîzê
Hîlîna Qelê li hindavî gundî Şikeftê
Hindavî gundê Guherzê
Tûnela PKKê li pişta pirojê xudankirina pezî li Sergelê
Nêzîkî dêra Xiristîyanan li taxê Serdeştî yê nahiya Dêrelokê
Êrîş wisa bûn:
Li 26/6/2024ê:
Demjimêr 10:45 Ta 11:00 sibê topxana artêşa Tirkiyê li Çiyayê Gabnêrkî devera Berwarî Bala bordomnkiriye û 6 gulletop li Çiyayê Metînî da ne.
Demjimêr 11:50 sibê balafirên artêşa Tirkiyê yêk mûşek li pişta gundê Pasê – devera Doskiya daye.
Demjimêr 8:10 şevê balafirên artêşa Tirkiyê dû mûşek li Geliyê Hespa û Geliyê Bazê devera Berwarî Bala da ne.
Demjimêr 9:45 Ta 10:30 şevî balafirên helîkopter ên artêşa Tirkiyê bi çekê doşke remî li Geliyê Bazê li devera Berwarî Bala kiriye û her wiha 8 mûşek li wî cihî da ne û piştî wê çendê bi demekê şer di navbera PKKê û artêşa Tirkiyê de li Geliyê Bazî derketiye.
Li 27/6/2024ê:
Demjimêr 3:00 Ta 3:30 piştî nîvro topxana artêşa Tirkiyê Geliyê Bêşîlê û Dergela Mûsa Begê – devera Berwarî Bala topbarankirîne.
Demjimêr 4:00 êvarê çekdarên PKKê di nav xaniyên vala ên gundê Dergela Mûsa Begê bi çekî BKC û RBG û Kilaşînkof teqe li xala artêşa Tirkiyê a li hindavî gundê Xankê kiriye û artêşa Tirkiyê bersiva wan da ye û gundê Dergelê bordomankirye û çekdar ji nav gund revîyane.
Demjimêr 7:00 mexreb balafirên artêşa Tirkiyê Geliyê Dergela Mûsa Begê bordomankiroye, bo zanîn gundê ev gund ji hêla xelkê ve hatiye çol kirin.
Demjimêr 7:15 Ta 7:20 mexreb balafirên artêşa Tirkiyê Şekefta Babekra, Dergela Mûsa Begê û Gwîlka li nahiya Kanî Masê ya devera Berwarî Bala bordomankiroye û sê mûşek lêda ne.
Demjimêr 7:35 mexreb balafirên artêşa Tirkiyê aqarî gundê Gîzê – devera Berê Garey bordomankiriye.
Li 28/6/2024ê:
Demjimêr 10:00 sibê balafirên artêşa Tirkiyê Hîlîna Qelê li hindavî gundî Şikeftê – nahiya Çemankê li devera Garey bordomankiroye û agir berbûye aqarê gundê doyarkirî.
Demjimêr 5:50 êvarî balafirên Tirkiyê tûnela dikeqîte hindavî gundê guherzê li nahya dêrelokê devera nihîlya bordumankirye û yêk mûşek lêdaye.
Li 29/6/2024ê:
Demjimêr 4:30 êvarî balafirên artêşa Tirkiyê tûnela hindavî Guherzê, pişta Bendava Sergelê û tûnela PKKê li pişta pirojê xwedî kirina pez li Sergelê, bordomankirîne û agir berbûye aqarê gundê diyarkirî.
Demjimêr 6:38 Dûbare tûnela PKKê a dikeve pişta pirojê xwedî kirina pez li Sergelê bordomankiroye.
Demjimêr 6:00 êvarî topek bi nêzîkî dêra Xiristiyanan li taxa Serdeştî yê nahiya Dêrelokê keftiye.
Demjimêr 11:18 Ta 11:45 şevê hijmara dû topan bi nêzî nahiya Dêrelokê ketine û li heman demê balafirên Tirkiyê tûnela ku dikeve hindavî gundê Guherzê û pişta geliyê Sergelê li devera nihêliya bordomankiriye.
Ji destpêka meha Gulanê ve dewleta Tirk êrîşên asmanî li dijî PKKê li Başûrê Kurdistanê taybet li sînorê parêzgeha Dihokê dijwar kirine, PKKê wendahiyên mezin da ne, ev yêk li demekî tê ku nêzîkbûna şer û pevçûnan bo sînorê gundên parêzgeha Dihokê nîgeraniyek mezin li cem şêniyên gundan çêkiriye û PKKe vê yekê bi zanebûn dike û dixwaze ew gund û herêmên Dihokê ji şênîyan werin vala kirin.