Li Silêmaniyê otomobîlek bû armanca êrîşa dronî ya Tirkiyê

Slemani-tevgera-azadi-info

Îro 02.07.2024ê otomobîlek li taxa Raperîn a Silêmaniyê teqiya û li gor çapemeniya ser bi Lahur Cengî jî ew otomobîl bûye armanca droneke Tirkiyê.

Vê derbarê de çapemeniya ser bi Lahur Cengî ragehand: ‘’Drona Tirkiyê li Silêmaniyê otomobîlek kiriye armanc.’’

Hat ragehandin bûyer li taxa Raperîn a Silêmaniyê pêkhatiye û ji ber otomobîl ji aliyê droneke Tirkiyê ve bûye armanca êrîşê: 2 kesên di otomobîlê de bi giranî birîndar bûne ku nasnameya wan aşkera bûye û endamên Tevgera Azadî ne.’’

Li gor nûçeya pêgeha Lahur Cengî hat ragehandin: ‘’Piştî aşkerabûn û girtina tîmeke hevbeş a PKK û Dijeteror a Silêmanî û hêzên Yekîneyên 70 yên ser bi YNKê ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, Tirkiye zêdetir destvekirî dibe ji bo lêdana li navçeyên Silêmanî û Kerkûkê.’’

Pustên heman beş