Dijeterora Kurdistanê: Di teqîna li Silêmaniyê de 2 endamên Tevgera Azadî birîndar bûn

Dijeterora Kurdistanê: Di teqîna li Silêmaniyê de 2 endamên Tevgera Azadî birîndar bûn

Dijeterora Kurdistanê aşkere kir, di encama teqîna bomebeyekê bi otomobîlekê de li Silêmaniyê, 2 endamên Tevgera Azadî ya ser bi PKKê ve bi giranî birîndar bûne.

Li gorî daxuyaniya Dijeterora Kurdistanê, îro Sêşemê (02.07.2024) bombeyeke vedayî bi otomobîleke ji cura “Kia Sportage” de li taxa Rapêrîn a bajarê Silêmaniyê teqiya.

Diyar kir jî, di encama teqînê de 2 endamên Tevgera Azadî ya ser bi PKK’ê ve (Mihemed Xelîl û Mihemed Îbrahîm) bi giranî birîndar bûn.

Pustên heman beş